Girtiyên ku tedewiya bi kelepçe qebûl nekirin avêtin hucreyê

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Hejmar 1 a Turkoglû ya Mereşê, diyar kirin ku ji ber ew tedewadiya bi kelepçe qebûl nekirine, êşkence li wan hatiye kirin û ew xistine hucreyê.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Hejmar 1 a Turkoglu ya Mereşê, di hevdîtina bi telefonê ligel malbatên xwe axivîn, diyar kirin ku rastî pêkanînên keyfî tên, mafên wan ên herî bingehîn tên astengkirin û rastî zextên giran tên.

Girtiyan gotin, "Leşker û gardiyanan bi tevgerên provokatîf dixwazin bûyerê derbixin. Pirsgirêka ava ku her rojê saetekê didan hat çareserkirin. Dema me dibin revîrê û nexweşxanê muayeneya bi kelepçe li me tê ferzkirin. Ji ber ku em vê ferzkirinê qebûl nakin, em nayên dermankirin û li hemberî me tundî pêk tê. Mafê me yê tedawiyê tê desteserkirin. Hevrêyên me yên ku vê ferzkirinê qebûl nekirin hatin êşkencekirin û wan xistin hucreyan.”