Girtiyên Kandirayê ji bo Rojava piştgiriyê kom dikin

Girtiyên Kandirayê ji bo Rojava piştgiriyê kom dikin

Girtiyên ji doza PKK'ê yên Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê ji bo piştgriyê bidin kurdên Rojava pereyên ku di nava xwe de kom kirin ji herêmê re şandin.

Li Sûriyeyê piştî Rejîma Esad di nava xwe de şerê navxweyî zêde kir, gelek welatî û kurdên Rojava koçber bûne û gelek welatiyên li Rojava ji ber ku deriyên sînor li ser wan hatin girtin û ambargoya erzaq li ser wan dimeşîne pêdiviya wan bi erzaq hene.

Ji bo kurdên Rojava alîkariya li girtîgehan berdewam dike. Niha jî girtiyên ji doza PKK'ê yên Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê ji bo piştgriyê bidin kurdên Rojava pereyên ku di nava xwe de kom kirin ji herêmê re şandin. Girtiyan di navbera 01-30'ê Çile de kampanya alîkariyê dane destpêkirin. Girtiyan di nava xwe de 2 hezar û 500 L kom kirin û bi rêya organîzasyonan alîkarî ji “Rojava” re şandin.

Girtiyan diyar kir ku dê di beşa duyemîn a kampanyayê de name û faksan bişînin. Girtiyan destnîşan kirin ku ew heta dawî piştgiriya xwe ya rojava tînin ziman û piştgiriya Tirkiyeyê ya çeteşan şermezar kir. Girtiyan, anîn ziman ku bi tu awayî dijminantiya li hemberî kurdan nayê qebûlkirin. Girtiyan bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û li hemberî çeteyan têkoşîna xwe bilind bikin.