Girtiyên jinên PKK'yî yên Newroz pîroz dikirin rastî êrîşê hatin
Girtiyên PKK'yî PKK'yî yên li Girtîgeha Ragirtina Jinan a li Bakirkoyê tên ragirtin xwestin Newrozê pîroz bikin, lê rêveberiya girtîgehê êrîşî wan kirin.
Girtiyên PKK'yî PKK'yî yên li Girtîgeha Ragirtina Jinan a li Bakirkoyê tên ragirtin xwestin Newrozê pîroz bikin, lê rêveberiya girtîgehê êrîşî wan kirin.
Qedexeya pîrozkirina Newrozê heta li girtîgehan jî xwe da der. Li Girtîgeha Ragirtina Jinan a li Bakirkoyê, girtiyên PKK'yî ji bo pîrozkirina Newrozê roja 21'ê Adarê derketin hewşa girtîgehê, lê belê ji ser banê girtîgehê ava şid li wan hat reşandin. Gulîstan Sarbas bi rêya telefonê îro bi xwişka xwe Hatîce Sarbas a ji Doza PKK'ê girtî ye axivî û di vê der barê de agahî da ANF'ê.
DU JIN BIRÎNDAR BÛN
Sarbas got, "Hatîce ji min re got, ew roja 21'ê Adarê ji bo pîrozkirina Newrozê ji koxûşên xwe derketina hewşa girtîgehê û dema govend li dora agirê Newrozê digerandin, ji ser banê girtîgehê ava şid li wan hatiye reşandin, dûre rastî êrîşê hatine. Got ku du hevalên wan ên jin ji pişta xwe birîndar bûne û divê bi lezgînî parêzer bê serdana wan."
Gulîstan Sarbas ragihand, ku wê telefonî girtîgehê kiriye, lê belê telefon li rûyê wê hatiye girtin.
'TIŞTEK BI WAN BÊ, BERPIRSYAR AKP YE'
Sarbas serî li ÎHD Şaxê Stenbolê, Rêxistina Efûyê û TUAD'ê da û got, "Eger tiştek bi serê xwişka min bê, berpirsyar rêveberiya girtîgehê û hikûmeta AKP'ê ya van qedexeyan radigihîne ye."