Girtiyek din yê siyasî yê Kurd di bin metirsiya darvekirinê de ye
Girtiyek din yê siyasî yê Kurd di bin metirsiya darvekirinê de ye
Girtiyek din yê siyasî yê Kurd di bin metirsiya darvekirinê de ye
Girtiyê siyasî ê Kurd Reşîd Exkendî ku rejima Îranê ya Îslamî cezayê darvekirinê lê birîbû, di bin metirsiya darvekirinê de ye.
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin welatiyê Kurd Reşîd Exkendî (55) ku xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye di sala 21’ê Adara sala 2008’an de li Isfehanê ji aliyê îtlaatê îranê ve hatibû girtin. Di 31’ê Hezîrana heman sale de jî bihinceta ‘endamê partiyên dijmine rejimê ye’ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn..
Piştî rejîma Îranê cezayê Exkendî pişt rast kir û niha jî cezayê wî şandine ber dadger, lê belê nayê zanîn dê kengê cezayê Exkendî bê pêkanîn.
Herî dawî rejîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd yên binavê Hebîbûlah Gulperîpûr, Riza Îsmaîl û Şêrko Marûfî bi darve kirîbûn.