Girtiyê siyasî yê nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da

Girtiyê bi navê Huseyîn Polat ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, ji ber ku mîdeya wî xwîn bû û nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan girtiyê siyasî Huseyîn Polat ku 24 sal in girtî bû, li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê di 25'ê Çileyê de mîdeya wî xwîn bû.

Polat birin nexweşxaneyê, lê belê bi îdîaya ku 'cih nîne' ew vegerandin girtîgehê.

Polat wê demê îmkan dît ku bi telefonê bi malbata xwe re biaxive û anî ziman ku tenê derziyek li wî xistine û ew vegerandine girtîgehê, lê bedena wî werimiye.

Polat di telefonê de got, "Ez hîs dikim ku ez ê bimirim" û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Polat wê li navçeya Kestel a Bûrsayê bê veşartin.