Girtiyê siyasî Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan

Yaşar Kirmizi ku ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve di destpêka salên 1990'î ve hate girtin, piştî 32 salan hate berdan.

Yaşar Kirmizi (56), di 28’ê cotmeha sala 1992’yan de li Rihayê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Kirmizi piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa K1 a Depê hate tehliyekirin. Di 32 salên girtîbûnê de Kirmizi li girtîgehên Amed, Dîlok, Bolu û Xarpêtê hate ragirtin.

Kirmizi, ji hêla Mûsa Şanak ku di 16’ê tebaxê de piştî 30 salan hatibû berdan, xizmên xwe û gelek hevalên xwe ve hate pêşwazîkirin. Kirmizi, li pêşiya girtîgehê bi tililî û çepikan hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê jî ber bi bajarê xwe navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve kete rê.