Girtiyê siyasî Mehmet Abay 7 meh in di bin tecrîdeke giran de ye
Girtiyê siyasî Mehmet Abay diyar kir ku ew 7 meh in di statuya cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî de, di bin tecrîdeke giran de ye.
Girtiyê siyasî Mehmet Abay diyar kir ku ew 7 meh in di statuya cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî de, di bin tecrîdeke giran de ye.
Mehmet Abay li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji Ajansa Mezopotamyayê re nameyek şand. Abay, di nameya xwe de da zanîn ku di 3’yê Sibata 2023’yan de ji Girtîgeha Tarsusê sirgunî Girtîgeha Antalyayê hatiye kirin. Abay, diyar kir ku cezayê muebbetê li wî hatiye birîn lê ev 7 meh in li girtîgehê di mercên cezayê muebbeta giran de tê ragirtin.
Bi domdarî Abay destnîşan kir ku mafê wî yê hewastendinê yê tevahiya rojê heye lê ji ber ku di statûya muebbeta giran de tê ragirtin, rojê tenê saetekê bi 3 kesan re derdikeve qada hewadariyê.
Abay, di berdewamiya nameya xwe de ev agahî parve kirin: “Di nava tecrîdeke girankirî de me ku ev tecrîd li dijî qanûnên heyî ye. Sepanên heyî, veguherandine cezakirineke fiîlî. Li dijî van binpêkirina min serî li gelek cihan da lê tu bersiv nehatin dayîn. Bi taybet jî rêveberiya girtîgehê di vê mijarê de ji berpirsyartiya xwe direve. Her carê ji min re dibêjin; ‘Ev mijar Wezareta Edaletê eleqedar dike. Me eleqedar nake.’ Ji mafên xwe yên însanî û çandî bêpar têm hiştin. Dixwazim ev şert û mercên giran ên tecrîdê bên bidawîkirin û li gel girtiyên di statûya min de bimînim. Banga min ew e ku ev sepanên derqanûnî û derhiqûqî bi dawî bibin.”