Girtiyê sedê 80’ê astengdar Toksoy meheke di greva birçîbûnê de
Girtiyê sedê 80’ê astengdar Toksoy meheke di greva birçîbûnê de
Girtiyê sedê 80’ê astengdar Toksoy meheke di greva birçîbûnê de
Hate hînbûn ku, girtiyê binavê Edîb Toksoy yê li Girtîgeha Tîpa T hêjmar 3 ya Şakranê sedê 80’ê astengdare, mehe li hucreya lê dimîne di greva birçîbûnê de ye.
Girtiyê binavê Edîp Toksoy ku li girtîgeha Tîpa T hêjmar 3 ya Şakranê ku li Îzmîr Alîagayê ye, hate hînbûn ku meheke di çalakiya birçîbûnê de ye. Birêya parêzerên ku endamên TAYDER’a Îzmîrê şandibûn girtîgehê, hînbûn ku li rexmî cezayê Toksoy xilas bûye jî nayê tehliyekirin û bi hinceta ku cezayê dîsîplînê heye li hucreyê tê girti. Hate diyarkirin ku rapora Toksoy ya sedê 80’ê astengdare heye, yek mehe li hucreyê di greva birçîbûnê de ye û hate hînbûn ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaşe.