Girtiyê nexweş Yildirim piştî 31 salan hate berdan

Girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê 61 salî piştî 31 salan hate berdan.

Girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim di 15'ê Mijdara 1993'an de li Îzmîrê hate binçavkirin û di sala 1994'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve bi cezayê muebbetê hate cezakirin.

Ji ber êşkenceya di binê çavan de temamiya diranên wî ketin û ji ber ku nehat dermankirin demeke dirêj bêdiran ma. Di nava 31 salên girtinê de bi nexweşiyên tuberkuloz, mîde, farenjît, mîgren, tansiyon û gelek nexweşiyên din ket.

Cezayê muebbetê di 15'ê Mijdara 2023'an de qediya, lê belê ji ber ku zexta poşmaniyê ya Saziya Çavdêriya Rêveberiya Girtîgehê ya bi Ewlekariya Bilind a Girtî ya bi Tîpa T a Hejmara 2 a Şakran a Îzmîrê qebûl nekir, berdana wî 6 mehan hate taloqkirin û vê sibehê hate berdan.