Girtiyê nexweş Yavûz rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Yavûz rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Yavûz rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweşiya dil lê heyî Cûmalî Yavûz yê 22 salî ku li girtîgeha Tîpa M ya Îskenderûnê dimîne, rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweşiya dil lê heyî Cûmalî Yavûz (22) ku li girtîgeha Tîpa Me ya Îskenderûnê dimîne, rewşa wî nebaş bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê. DÎHA’yê binûçeya “Dayîka girtiyê nexweş: Kurê min li ber çavên min di hele” ku 17’ê Gulanê li gel dayîka Cûmalî Yavûz Fatma Yavûz hevdîtinek pêkanî bû û ji raya giştî re ragihandibû. Hate ragihandin ku, Yavûzê nexweşiya dil lê heyî ji ber dermanên bikar aniye xwîn rijtiye ser mîdeyê wî.
Yavûz ku ji ber nexweşiya dil hate emeliyat kirin û piştî emeliyatê dermanên dil bikar dianî, vêcarê jî ji ber dermanên ku bikaraniye xwîn rijiya ser mîdeyê wî. Yavûzê ku di van mehên dawî de car caran xwîn dirije ser mîda wî, ji ber xwîn rijtina ser mîde 15 kîsên xwînê dabûnê. Yavûzê ku hêjan li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê di bin çavdêriya dixtoran de ye, di derbarê tenduristiya wî de agahiyek zelal tuneye.