Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Girtiyê nexweş xwînê verdişe, lê wî nabin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê dîl tê girtin, tevî ku bi xwînê verdişe jî wî nabin nexweşxaneyê.

Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya ku piştî erdheja li Mereşê ji Girtîgeha bi Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa S a Kirşehîrê htae kirin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Şertkaya diyar kir ku dema ew verdişe xwîn ji qirika wî tê, lê tevî vê yekê jî rayedarên girtîgehê wî nabin nexweşxaneyê.

Bavê Sertkaya Bahattîn Sertkaya got, kurê wî çend meh beriya erdhejê ji apandîsîtê emeliyat bû, ji ber vê yekê jî pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûne. Sertkaya got, "Kurê min doh li dayika xwe geriya, jê re got, çend roj in dema ew verdişe xwîn ji qirika wî tê, lê belê rêveberiya girtîgehê tevî ku bi vê zane, wî nabe nexweşxaneyê. Em dixwazin tenduristiya kurê me baş bibe. Em dixwazin mafê wî jê re bê dayin."