Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Girtiyê nexweş Tanboga ku rewşa wî giran e rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ê ku rewşa wî ya nebaş bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Îsmaîl Tanboga ku di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de hatibû girtin, di doza ku der barê wî de hatibû vekirin de 4 caran cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn.

Piştî girtina Îsmaîl Tanboga demek şûnde bi nexweşiya pençeşêra mîdeyê ketibû. Lê belê li gorî encama testan hat ragihandin ku di mîdeya wî de jî ulser û gastrîta giran heye. 

Nexweşiya Tanboga heta niha bi temamî nehatiye teşhîskirin. Tanboga ku bi gelek nexweşiyên wekî  kêmxwîniya giran, birînên dev, qirik û piştê, nexweşiya gurçikan, ketina diranan û vereşîna dijwar diêşe, ev sê sal in bi xwarina pitikan dijî. 

Hate zanîn ku Tanboga 15 roj beriya niha ji ber rewşa wî ya giran rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. 

Hate diyarkirin ku hefteyekê piştî rakirina nexweşxaneyê agahî dane malbata wî.  

Dayika Tanboga Qumriye Tanbogayê diyar kir ku destûrê nadin ku ew kurê xwe bibîne û banga hişyariyê li raya giştî kir.                                                                                                                                                             

Tanboga ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê tê girtin, di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.