Girtiyê nexweş Mete Dîş hat berdan

Girtiyê nexweş Mete Dîş hat berdan

Girtiyê nexweşê pençeşêrê Mete Dîş, piştî daxwaza parêzeran a bo taliyê, rapora ku der barê Dîş de di Beşa Patolojiya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngehê li ber çavan hat girtin û hat tahliyekirin.

Girtiyê ji doza DHKP-C Mete Dîş ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê girtiye û nexweşê pençeşêra testîsê ye,  duh êvarê hat tahliyekirin.  Dadgehê berê Dîş sewqî Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê kiribû lê rapora ku dihat payîn hêj derneketibû. Dadgehê biryara tahliyeya Dîş yê li bende rapora Tipa Edlîbû da.