Girtiyê nexweş Keleş ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye

Nexweşê epîlepsî Selamî Keleş ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê girtî ye, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Guzel Keleş diyar kir ku êşkence li kurê wê hatiye kirin û got, “Divê em li cihê xwe rûnenên.”

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin, didome. Li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne.

Yek ji bi hezaran kesên li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê de ye Selamî Keleş e. Keleş ê nexweşiya epîlepsî li gel heye li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tê girtin ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Keleş ev 9 sal in girtî ye, dayika Keleş Guzel Keleş ragihand ku êdî ti halê axaftinê yê kurî wî ya di telefonê de jî nemaye û got her roja diçe rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê xirab dibin.

‘ÊŞKENCE LI KURÊ MIN Ê NEXWEŞ KIRIN’

Dayik Keleş diyar kir ku ji ber nexweşiyê recifîna bê kontrol li hemû laşê wî de derbûye û wiha domand; “2 salan li kurê min nenihêrîn, ji cîhanê qut bû, xwarin vexwarin negirt, zeyîf bû hate rewşekî wiha ku êdî min nas nekir. Rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê ma û hinek din baş bû. Sala derbasbûyî gardiyanan lê dan, êşkence li wî û hevalên wî kirin, tevî rapora bijîşk dozger bûyer girt.”

Malbata Keleş ku ji navçeya Şêrwan a Sêrtê ne beriya 30 salan di encama valakirina de koçî Edeneyê bû. Selamî Keleş dema ku ji gund derket, di temenê têgihiştinê de bû. Piştî wê demê lêpirsin û lêhûrbûna xwe zêde kir. Keleş ê ku her tim aktîv bû dibistana amadeyî dom nekir û neçar ma di temenê zarokatiyê de kar bike. Keleş beriya 9 salan ji ber xebatên ciwaana hate girtin û li girtîgehê di salên dawî de nexweşiya epîlepsî pê re çêbû. Tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jî Keleş di çalakiyê de cih digre û demek dirêj e dermanên wî nayên dayîn.

‘DIVÊ EM VALE NE SEKINÎN’

Keleş ku beriya çend rojan bi telefonê bi dayika xwe re axivî û got; “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidawî nebe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li min nefikire. Li vir hevalên me yên ku rewşa tenduristiya wan di nuqteyek giran de ne hene.”

Dayik Keleş diyar kir ku kurê wê daxwaza gihandina dengê wan li her qadê kir û wiha domand; “Divê em vala nesekinin. Eger ew vê çalakiyê ji bo me dikin divê em jî çalakiya wan bidin bihîstin, ev erka me ye. Heta kengê wê ev zilma li ser me û zarokên me bidome!. Êdî Bes e! Em dixwazin bi aramî razên. Ya girîng ne zarokê min an jî yê yekî din e ya girîng hemû zarokên me ne, ji bo me hemû wekhev in.”