Girtiyê nexweş Kaya, rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Kaya yê ku ku duh ji ber acizbûna wî rakirîn Nexweşxaneya Bajêr a Edenê bi hinceta “Şewb girtiye” nerazandin û vegerandin girtîgehê, ji ber ji roviyên wî xwîn tê dîsa rakirin nexweşxaneyê.

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku li girtîgeha hejmara 2 ya bi Tîpa T a Osmaniyê dimîne, şevê din di seat 02:00’an de, ji ber xwîn ji rûviyê wî herikî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Kaya bi hinceta ku di beşa lezgîn de cih nemaye li servîsa lezgîn de hate tedawî kirin, di encama hewildana malbata wî de ji nude xistin beşa lezgîn.

Dîlan Kaya ya ku di derbarê rewşa babê xwe de agahî dayî got: “Rewşa bavê min ne başe. Di servîsa lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê de heta sibehê hiştin. Doxtoran got; ‘Di beşa lezgîn de cih tineye.’ Ji bo bavê min daxwaza xwînê kirin. Ji ber ku dubare xwîn jêre pêwîst kir, pêwîstbû ku bixin beşa lezgîn. Lê belê heta seat 16:00 di beşa lezgîn de hiliştin. Bi çendîn car me hevdîtin bi doxtorê mezin re kir. Piştî wê xistin beşa beşa lezgîn. Niha li beşa lezgîn xwîn tê dayîn û hewl didin ku xwîn jê diçe rawestînin. Di ruviya 12 tilî de xwîn jê diçe.”