Girtiyê nexweş Kaya ji ber xwînîbûna rovî rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê ji ber xwînîbûna rovî rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê ji ber xwînîbûna rovî rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Sabrî Kaya li Girtîgeha Nimreyan 2’an a Tîpa T a Osmaniyeyê tê ragirtin. Vê carê jî roviyê Sabrî Kaya xwînî bû û ew rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Hate diyarkirin ku xwîn dane Kaya û xetereya li ser jiyana wî didome.
Ajansa Mezopotamyayê têkildarî mijarê bi keça Kaya, Dîlan Kaya re hevdîtinek kir. Dîlan Kaya da zanîn ku rewşa bavê wê di xetereyê de ye û wiha got: “Ji sedî 60 xetereya jiyana bavê min heye. Hêj xwînê didinê. Hêj xwîna wî temam nebûye. Her wiha xwîna spî jî didinê. Xwînîbûn sekiniye lê her kêlî dibe ku dîsa xwîn lê der bibe. Divê heta roja Duşemê di beşa lezgîn de bê ragirtin. Beriya bavê min jiyana xwe ji dest bide, bila were berdan.”
Sabrî Kaya di 25’ê Adarê de krîza dil derbas kir û xwîn çûbû ser mejiyê wî. Bêyî ku dermankirina Kaya temam bibe gotin “rewşa wî baş e” û ji nexweşxaneyê şandin girtîgehê. Di nava vê dema nexweşîna Kaya de 30 caran ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê û bêyî ku baş bibe carek din dibirin girtîgehê. Kaya di 11’ê Gulanê de sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat kirin, bi hênceta şewbê bêyî ku were dermankirin vegerandin girtîgehê.
Kaya di 6’ê Gulanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû û gotibû “Êdî ez nikarim xwe li ser pêya bigirim û tu taqeta min nemaye. Ez ê bimirim.”