Girtiyê nexweş di greva birçîbûnê de ye
Girtiyê siyasî yê nexweş ê bi navê Mehmet Şerîf Oner ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmirê tê ragirtin, ev 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Girtiyê siyasî yê nexweş ê bi navê Mehmet Şerîf Oner ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmirê tê ragirtin, ev 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Zextên li hemberî dîlên azadiyê bi hemû hovîtiya xwe didome. Dîlê azadiyê Mehmet Şerîf Oner ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmirê tê girtin, ji ber ku mafên wî yê tedawiyê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin, di 3'yê gulanê de bi riya daxwaznameyekî serî li Wezareta Edaletê da û eşkere kir ku ew dest bi greva birçîbûnê dike. Oner daxwaznameya ku beşeke fotokopiya wê ji malbata xwe re şand, pêkanînên li girtîgehê pêre rû bi rû maye vedibêje.
Oner di daxwaznameya ku şandiye de diyar dike ku girtîgeha tîpa F a ku qata duyemîn de dimîne, di aliyê tenduristiyê de gelekî xirab e û ev tişt hat gotin: "Ji ber ku di sermila min de şkesteka kolîkuva heye, di stûyê min de fitiq çêbûye û ez nikarim li ser kursî rûnêm. Ji ber ku dibe sedema êş û tevizandinê, an ez li cihde dirêjkirî, an jî li ser piyan dimînim."
Oner da zanîn ji ber ku ser çonga wî tine, dema ew ji derenceyan de peya dibe, di lingên wî de êş û qiramp pêk tê û ev jî dibe sedema ketina wî û wiha pêde çû: "Ji ber van pirsgirêkên tenduristiyê min odeyeke bê darince xwest, lê ev daxwaz ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi hincetên wekî 'em wê binirxînin' her dem tê piştguhkirin."
'DI RÎNGÊ DE LI SER PIYAN HATIM KELEPÇEKIRIN'
Oner di nameya xwe de diyar kiriye ku ji ber nexweşiyên xwe divê ew her dem biçe nexweşxaneyê, lê gelek caran wî naşînin nexweşxaneyê, dema wî dibin jî di rîngê de li ser piyan destên wî tên kelepçekirin û ew di rîngê de nikare bêhnê bistîne.
'HETA DAXWAZ NEYÊN BI CIH ANÎN WÊ GREV BIDOME'
Oner herî dawî di nameya xwe de aşkera kiriye ku li girtîgehê binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyên nexweş veguherîne îşkenceyê û wiha hat gotin: "Dema ez birim nexweşxaneyê divê destên min neyên kelepçekirin û di rîngê de min nedin sekinandin, ji ber ku ser çonga mina çepê tune, ez di darinceyan de her dem dikevim û ji ber wê gelek çaran birîndar dibim. Heta min neşînin odeyeke bê darince ez wê dest ji çalakiya xwe bernedin."