Girtiyê Kurd ê siyasî Qadir Mehemedzade yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê di beşa girtiyên metirsîdar de, ji bo derbasî beşa girtiyên siyasî bibe ji 16’ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye.
Li gorî agahiyên Ajansa Hêrana ya Farisî, girtiyê Kurd ê siyasî Qadir Mehemedzade yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê ji 16’ê Hezîranê ve ji bo derbasî beşa girtiyên siyasî bibe ketiye çalakiya greva birçîbûnê.
Li gorî destûra Îranê mafê girtî heye ku daxwazekî wiha bike. Lê rêveberiya girtîgehê ji bo zextan li girtiyan bikin di nava girtiyên metirsîdar de dihêlin, vê biryarê binpê dikin.
Girtiyê Kurd ê siyasî Mehemedzade ji roja çalakiyê ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Di warê tenduristî û derûnî de Mehemedzade êş dikişîne û çalakiyê di hucreya yek kesî de didomîne. Bi vê yekê metirsî li ser jiyana wî heye.
Qadir Mehemedzade di sala 2005’an de bi îdîaya ku piştgirî daye yek ji partiyên Kurdî hatibû girtin û bi cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî ku ev biryra ji aliyê dadgehê ve hate rakirin, cezayê darvekirinê vegeriya 20 sal cezayê girtîgehê.