Girtiyê bi navê Îlker Kizilaltûn dest bi rojiya mirinê kir

Girtiyê bi navê Îlker Kizilaltûn ê 10 meh in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, diyar kir ku ji 15’ê Tebaxê ve dest bi rojiya mirinê kiriye.

Girtiyê bi navê Îlker Kizilaltûn ê 10 meh in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye dest bi rojiya mirinê kir. Hevjîna Îlker Kizilaltûn, Bahar Kurt Kizilaltûn bi rêya dîmen ragihand ku hevserê wê ji 15’ê Tebaxê û vir de dest bi rojiya mirinê kiriye. Kizilaltûn anî ziman ku hevserê wê Kizilaltûn ji ber îfadeyên îtîrafkar 10 meh in li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin û got: “Îro hevserê min bi rêya telefonê ragihand ku wî ji 15’ê Tebaxê ve dest bi rojiya mirinê kiriye. Hevserê min got ku daxwazên wî jî wek daxwazên Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim in.“

Kizilaltûn anî ziman ku hevserê wê li dijî neheqiya ku tê jiyîn biryareke bi vî rengî daye û got: "Hevjînê min Îlerî Kizilaltûn 10 meh in bêyî ku were dadgeh kirin di girtîgehê de ye. Tevî ku beriya niha ji ber heman îfadeyan hatibû girtin û serbest hatibû berdan jî, 10 meh in di hucreyên tecrîdê de ye. Daxuyanî heman in, sûcdar jî heman in. Dadger, dozgerên ku tenê daxwaza girtina wî dikin, biryara girtinê didin û vê biryarê diparêzin cuda ne. Mafê darizandina adil ev demeke dirêj e ji holê rabûye. Em bi mehanin li bendê man ku dozger dosyayê veke, lê nevekir. Bi mehan nehiştin ez hevserê xwe bibînim, ji ber ewlehiyê mafê min ê dîtinê hat astengkirin. Hemû serlêdanên ku me ji dozgerê ku pêwîst bû dosyayê amade bikira, bê encam man.”

Kizilaltûn diyar kir ku daxwazên Gokhan Yildirim, Sîbel Balaç ên hatine sînorê mirinê û hevjîna wî Kizilaltûn ê di 15'ê Tebaxê de dest bi rojiya mirinê kirine yek in û daxwaz wiha rêz kir:

“ * Darizandinên ku bi delîlên dijîtal, bi şahidên veşartî û şahidên îtîrafkar tên kirin bi dawî bibin.

*Bila li girtîgehan cezayên dîsiplîna bi keyfî bi dawî bibe.

* Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan.

*Bila bê şert û merc pirtûk û kovaran bidin girtiyan

* Divê li girtîgehan mafê sohbetê bi temamî bê bicihanîn.

* Divê cezayên girtîgehê yên ku li me hatine birîn bên betalkirin.

* Divê qanûna cezayê heta bi hetayê ya girankirî bê guherandin

 * Bila înfaz şewitandin û sirgûn bi dawî bibe.”