Girtiyan ji bo gelê Rojava alîkarî kom kir

Girtiyan ji bo gelê Rojava alîkarî kom kir

Bi armanca alîkariya bi gelê Rojava re girtiyên li Girtîgeha Tîpa F 1 Nolu ya Kandiranê alîkarî komkirin.

Girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Tîpa F 1 Nolu ya Kandiranê dimînin ji bo ku tevkariyê bidin gelê Rojava ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê dinava zor û zehmetiyê jiyan dikin di encama tevkariyê de 2 hezar 200 TL berhevkirin. Girtiyên siyasî yên ku ji bo Rojava tevkarî komkirin biriya malbatên rojavayî şandin Rojava. Her wiha kampanyaya ku di çarçoveya alîkariya bi gelê Rojava ve hatiye destpêkirin berdewam bike.