Girtiyan dixin hucreyên yek kesî

Feyyaz Başak ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê tê ragirtin, diyar kir ku girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê li hucreyên yek kesî têne bicihkirin.

GIRTIYAN DIXIN HUCREYÊ

Greva birçîbûnê ya girtiyan ku di 27'ê Mijdara 2023'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, di roja 109'emîn de ye.

Ji girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê tê ragirtin Feyyaz Başak bi malbata xwe re axivî û qala zext û êşkenceyê kir. Feyyaz diyar kir ku divê parêzer serdana girtîgehan bikin û ji raya giştî jî xwest ku bala xwe li ser mijarê be. Feyyaz Başak diyar kir ku girtiyên ketine greva birçîbûnê li hucreyan têne bicihkirin.