Girtina parlamenterên HDP'ê li Erîvanê bi civîna çapemeniyê hat şermezarkirin

Girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, li Erîvanê bi civînekê çapemeniyê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn, li paytext Erîvanê li dijî girtina 10 parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne û hevşaredarên bajarên Kurdan civîneke çapemeniyê lidar xistin. Civîn bi beşdariyeke girseyî li li salona Saryan poştê pêk hat û ji aliyê Şêwra Kurdên Ermenîstanê û Kurdistan Komîte ve hat organîzekirin.

Di civînê de ku çapemeniya Ermenîstanê bi baldarî şopand, Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd axivî.

Hemî got, "Em van êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya gelê Tirk a li pêşberî vê rewşê jî şermezar dikin. Wekî din, em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; îro roja berxwedan û serhildanê ye. Em berxwedana gelê xwe silav dikin."

Seroka Kurdistan Komîte Jinyîka Qadir jî da xuyakirin, ku êrîş bi taybetî li dijî jinên Kurd tên kirin û got, "Em berxwedana Hevserokan, parlamenteran û Hevşaredarên hatine girtin silav dikin."

Endamê Kurdistan Komîte Dr. Zurbe Îboyan piştre mafê axaftinê kir û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, wê nikaribe vîna gelê me binpê bike."

Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana siyasetmedaran" bi dawî bû.

...