Girtina endamên Dev-Genç’ê hate protestokirin

Girtina endamên Dev-Genç’ê hate protestokirin

Li Enqereyê piştî 7 endamên Dev-Genç’ê dema 6’ê Mijdarê ji bo YOK’ê protesto bikin Dekantiya Fakulteya Beşê Ziman, Dîrok û Coxrafya ya Zanîngeha Enqereyê dagirkirin hatin girtin, hevalên wan li Guvenparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê û girtin protesto kirin.

Endamên Dev-Genç’ê ku pankartên “bila girtiyên berxwedana DTCF bêne berdan” û sloganên “Bijî berxwedana me DTCF”, “Bimire faşîsizm” û “Bijî endamên Dev-Gençê” qîrkirin û li ser navê rêxistinê Gozde Karamazê daxuyanî da.

Karamazê da diyarkirin ku, polîsan îşkence li hevalên wan kirine û ew binçavkirine. Karamaz got: “Dewlet ji bo dengê me hemûyan qut bike endamên Dev-Gençê girtine. Xwedîderketina li wan, berxwedan mezin kirin û mil bi mil têkoşîndayîn beriya hertiştî berpirsyariyekî wijdaniye. Ew dê di hucreyên tîpa F de cihê ku lê mane têkoşîna xwe bidin meşandin.”