Girtina endamê komelê hat protesto kirin
Girtina endamê komelê hat protesto kirin
Girtina endamê komelê hat protesto kirin
Girtina endamê Mala Gel a Medya ji aliyê polîsan ve Kurdan li bajarê Almanyayê Nurbergê protesto kirin.
Di çalakiya protestoyî ya li navenda bajar de pêk hat, endamên Mala Gel a Medya, AGİF, ATİF, Rêxistinên Çepên Alman sol û ANTİFA di nav de nêzî 150 kesan beşdar bûn.
Di axaftinên di çalakiyê de hatîn kirin de hat destnîşan kirin ku, Kurd li kîjan dewletê siyaseta aştiyê û demokrasiyê bikin hûn nikarin asteng bikîn û wê Kurd pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin ev yek ji tiştekî xwezayî ye.
Çalakvanan ragihandin ku, hem ji Rojhilara Navîn hem jî li Ewropa xebatên siyasî mafê bingehîn yê Kurdane û dan diyar kirin ku, 30 sale li himberî Kurdan vê siyaseta astengiyê bikar tînin.
Di çalakiyê de Sloganên “Kurdan azad berdin”, “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re aştî” avêtin.