Girtina Bîrsen Orhan hate protestokirin
Li Dersimê girtina Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate protestokirin û wiha hate gotin, “Wê darbe û desteserkirinên we nikaribe têkoşîna me asteng bike. Em ê zêdetir birêxistin bibin û têbikoşin.”
Li Dersimê girtina Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate protestokirin û wiha hate gotin, “Wê darbe û desteserkirinên we nikaribe têkoşîna me asteng bike. Em ê zêdetir birêxistin bibin û têbikoşin.”
Li Dersimê girtina Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi daxuyaniyekî hate protestokirin. Daxuyanî li Kolana Hunerê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Em xwedî li îradeya xwe derdikevin, binçavkirin, girtin û zext nikarin me rawestînin” hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên, “Qeyûm wê biçin, em ê bimînin” û “Zext nikarin me rawestînin” hatin berzkirin.
Parlamentera DEM Partî ya Dêrsîmê Ayten Kordu, parêzerê Bîrsen Orhan Kenan Çetîn, rêveberên DEM Partî yên navend û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.
Parlamenter Ayten Kordu di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku qeyûmên hatine tayînkirin darbeya li dijî îradeya gel e û got her roj li vî welatî pêkanînên dijhiqûqî pêk tên. Ayten Kordu da zanîn ku daraz li gorî biryarên siyasî yên AKP-MHP’ê tevdigerin û got: “Dema edaleta rast pêk bê wê hemû bên darizandin. Wê hesab bidin vî gelî. Ev darbeyek li dijî demokrasî û îradeya gel e. Ev biryarek siyasî ye.”
Parêzerê Bîrsen Orhan, Kenan Çetîn jî axivî û da zanîn ku Bîrsen Orhan ji ber muxalefetê li van bariyeran kiriye hatiye girtin û got hiqûq ji her kesî re pêwist e.
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bidawî bû.