Girtin li Gimgimê hatin protestokirin
Girtin li Gimgimê hatin protestokirin
Girtin li Gimgimê hatin protestokirin
Li navçeya Mûş Gimgimê, binçavkirin û girtinên piştî çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê li navçeyê rû dan, hatin protestokirin.
Li navçeya Mûş Gimgimê, binçavkirin û girtinên piştî çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê li navçeyê rû dan, bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê hatin şermezarkirin. Girseya gel a bi vê armancê li ber avahiya HDP'ê ya Navçeyê civiya, di dirûşmên "Zext nikare serî li me bitewîne", "Bijî Berxwedana Kobanê" heta ber Qada Kar a Şaredariyê meşiya. Li dû meşê de Serokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê Bedrettîn Yalçin daxuyanî da û diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê li şûna ku polîsê Hakan Bûksûr qetil kirin ceza bike, mirovên çalakiya demokratîk lidar xistine, ceza kiriye. Yalçin ragihand ku di serdegirtinên malan de polîs bi çekê gefê li gel dixwin û êdî sebra gel li hemberî vê nemaye û got, "Di vê pêvajoya aştiyê de hikûmeta AKP'ê ti carî dest ji rêbazên xwe yên şerê taybet bernade. Ji ber vê nêzîkatiyê Tikiye li cîhanê bi tenê dimîne. Lê bila êdî dest ji zext û polîtîkayên xwe yên tirsê berde. Bila hikûmetaq AKP'ê vê baş bizanibe, ku ti zext wê nikaribe vî gelî ji doza wê ya demokratîk vegerîne."