Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind (2)

Girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên giravê mîna her du rûyên xweda Janûs e. Li girtîgehên giravê mirov bi mirinê re rû bi rû dimînin, li girtîgehên xwedî ewlekariya bilind jî bi tecrîdê re hewl tê dayîn heman armanc bi cih were anîn.

Girtîgehên bi ewlekariya bilind û girtîgehên giravê mîna her du rûyên xweda Janûs e. Li girtîgehên giravê ji ber avhewa û mercên girtîgehê mirov bi mirinê re rû bi rû dimînin, li girtîgehên xwedî ewlekariya bilind jî bi tecrîdê re hewl tê dayîn heman armanc bi cih were anîn.

Li girtîgehên xwedî ewlekariya bilind, bi giranî mûxalîfên siyasî tên ragirtin. Têkiliya girtiyan bi cîhana derve re di nava şert û merc û astengiyên gelekî dijwar de tê kirin. Têkiliyên wan ên ji her alî ve tên kontrolkirin, ya tê qedexekirin yan jî bisînorkirin. Pîvanên qanûnî û hiqûqî zêde li ber çavan nayên girtin. Derfetên girtî ji bo parastina xwe bike bi giranî ji holê tê rakirin. Ti ji pêkanînên li van girtîgehan, li gorî qanûnan nîne. Lewma ji bo girtiyan weke girtîgeha duyemîn tê pênasekirin.

GIRTÎGEHÊN XWEDÎ EWLEKARIYA BILIND LI WELATÊN KAPÎTALÎST HENE

Girtîgehên xwedî ewlekariya bilind, bi giranî li welatên kapîtalîst ên pêşketî hene. Serkêşiya vê jî welatên Ewropa dike. Di nava Ewropayê de jî Elmanya pêşengiyê jiv ê re dike. Ji bilî Elmanya li Îngilîstan û Spanyayê jî, li Fransa û Îtalyayê jî car carna ev derdikeve pêş. Li van hemû welatan têkoşînên rêxistinên çep ên cuda gelek in. Hêzeke zêde ya mûxalîfan heye. Lewma ev girtîgeh ji bo van rêxistin û derdorên mûxalîf hatine amadekirin.

Di nava girtîgehên xwedî ewlekariya bilind de yên herî tê zanîn Stammheîm a li Elmanya û Long Keth a li Îngilîstanê ye.

ARMANC; TÊKBIRINA HÊZA TÊGIHIŞTINÊ YA MIROVAN E

Armanca girtîgehên xwedî ewlekariya bilind ew e, mafê jiyanê yê mirovan bi sînor bike, hêza fêmkirina cîhana derve, têgihiştina rengan, hunera axaftinê û nêrîn û kûrbûna sîstematîk qels bike. Mirovên demeke dirêj li van girtîgehan hatine ragirtin, nikarin bi hêsanî biaxivin, nikarin baş bibînin, nikarin baş bimeşin, hikarin baş bifikirin û bi gelek pirsgirêkên mîna van re rû bi rû dimînin.

RAF Û GIRTÎGEHA JI EWLEKARIYA BILIND

Bi pêşketina têkoşîna RAF re dewleta Elman bi polîtîkaya girtîgeha ji ewlekariya bilind bersiv da vê. Milîtanên RAF ên dîlgirtî xist vê girtîgehê. Di encama vê polîtîkaya girtîgehê ya dewleta Elman de RAF qediya. Salên 1974-77 di vî warî de serdema tundbûna têkoşînê bû. Ji kadroyên pêşeng ên RAF'ê Ûlrîke Mehînof û B. Bander tevî du milîtanan hatin qetilkirin. Qetilkirina wan jî encama vê polîtîkayê ye.Li vê girtîgehê her tişt hat qedexekirin. Tê xwestin ku ji her alî ve taybetmendiya têgihiştina însanî ya girtiyan bê kuştin. Mînak têgîhan reng tê kuştin. Her tiştên ji girtiyan re tê dayîn ji heman rengî ye. Ji bilî vî rengî tiştekî din nayê dayîn. Taybetmendiya gihîstinê jî bi heman rengî tê kuştin. Ji bilî dengê personel û deriyê hucreyê ti dengî nabihîze. Ji lîderên RAF'ê Ûlrîke Mahînhof a li vê girtîgehê hat qetilkirin di nameyeke xwe de ev rewş bi vî rengî kurteber kir: "Mirov dikare li hemberî her tiştî li ber xwe bidin, li hemberî îşkenceyê mirov dikarin li ber xw ebidin. Li belê li hemberî bêdengiyê gelekî zehmet e."

ÎRA Û LONG KETH

Li dijî dagirkeriya Îngilîstanê ya li Îrlandayê, têkoşîna ÎRA çiqasî bi pêş ket, li Îngilîstanê jî mîna Elmanyayê girtîgehên bi heman rengî yên xwedî ewlekariya bilind hatin çêkirin. Ji van a herî navdar girtîgeha Long Keth ye. Kadroyên pêşeng ên ÎRA yên dîl hatin girtin, tînin van deran. Îngilîstan bi vê girtîgehê re dixwaze vîna Îrlandayê bişikîne û teslîm bigire. Tevî her şêwe îşkenceyê, tecrîd jî di asta herî bilind de tê kirin. Mîna ku bê testkirin bê mirov heta kîjan radeyê dikare li ber xwe bide. Bi ti awayî destûr nayê dayîn mirov bi hev re têkiliyê deynin. Lê belê li hundir bi berxwedana milîtanên ÎRA yên bi serkêşiya Boby Sands û li derve jî bi têkoşîna gel re ev sîstem ji hev hat xistin.

ETA

Li Spanyayê li dijî milîtanên ETA, li Îtalyayê li dijî milîtanên Tûgaya Sor, li Fransayê jî li hemberî ETA û mûxalîfan ev sîstem hatiye bikaranîn. Çîna serdest a Îtalyayê di vê polîtîkaya xwe de bi ser ket, rêxistina Tûgayên Sor qedand, li Spanya û Fransayê jî têkoşîn di asteke girîng de hat qelskirin.

GIRTÎGEHA XANANA GÛSMAO Û CÎPÎNANG

Yek ji lîderên gerîla yên di girtîgeha ewlekariya bilind de hat ragirtin, lîderê tevgera gerîla ya Falantîn a li dijî dewleta Endonezyaya dagirker têkoşiya Xanana Gûsmao ye. Gûsmao di 20'ê Mijdara 1992'an de hat girtin û bi dadgeheke mîna pêşandanê bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hat mehkûmkirin. Û ji girtîgeha Cîpînang a li nêzî paytext Jakarta hat şandin. Ev girtîgeh girtîgeheke xwedî ewlekariya bilind e. Bi saya berxwedana gelê Tîmor a Rojhilat, dewleta Endonezyayê nikare vê polîtîkaya xwe ya zordar zêde bidomîne û bi gerîlayên Falantîn re dest bi hevdîtinê dike. Di encama van hevdîtinan de lîderê gerîla Gûsmao ji girtîgeha Cîpînang tê derxistn û li girtîgeha malê tê bicihkirin. Lê mîna Afrîkaya Başûr, ev tawîz têra gelê Tîmor a Rojhilat nake. Têkoşîn bi biryardariyeke xurttir dimeşîne. Di encama vê de artêşa mêtînger û dagirker a Endonezyayê xwe ji giravê vedikişîne û serxwebûna gelê Tîmor a Rojhilat nas dike. Lîderê gerîla Xanana Gûsmao jî mîna Mandela ji girtîgeha Cîpînang derdikeve û berê xwe dide Qesra Serokkomariyê.

GIRTÎGEHA XWEDÎ EWLEKARIYA BILIND Û TIRKIYE

Têgîna girtîgeha xwedî ewlekariya bilind, di salên dawî de ket rojeva Tirkiyeyê. Girtîgehên bi tîpa F di encama vê polîtîkayê de derket holê. Girtîgeha tîpa F ji bo girtiyan bû girtîgeha li girtîgehê. Her şêwe pêdiviyên însanî li dijî mirovan weke amûreke biçûkxistinê hat bikaranîn. Mirov dema bi derdora xwe re têkiliyê datînin, dema bi mirovên dûrî xwe re têkiliyê datînin, hingî mirov in. Lewma civaknas mirovan weke berheviya têkiliyan pênase dikin. Girtîgehên bi tîpa F ji bo vê têkiliyê ji holê rake, yekser kesayeta însanî ya girtiyan hedef girt.

Tirkiye vê polîtîkayê bi taybetî li hemberî Kurdan bi giştî jî li hemberî çep, sosyalîst, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û mûxalîfan bi kar tîne. Tirkiye ji bo vê polîtîkayê bi cih bîne, mîna êrîşî artêşeke dijmin bike êrîşî girtîgehan kir û di encama van êrîşan de bi dehan girtî qetil kir. Li Tirkiyeyê girtîgehên bi tîpa F ji girtîgehên din bêhtir bi xwîn û gemarî ye.

Tevî vê yekê jî li girtîgehên bi tîpa F, girtî tevneke têkiliyê datînin. Qet nebe dizanin ew li girtîgehê ne bi tenê ne. Odeyên ji sê kesan, qadên hevpar hene. Tevî ku ne serbest in jî têkiliya wan a bi cîhana derve re bi temamî nehatiye qutkirin. Tevî zor û astengiyan jî, hevdîtina bi malbat û parêzeran re dikin. Girtîgeh ji lêkolînkirina heyetên nava welêt û derveyî welêt, bi temamî girtî nîne.

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ

Girtîgeha Îmraliyê, tevî ku ji girtîgehên girav û ewlekariya bilind pêk tê, ji herduyan wêdetir xwedî wateyeke cuda ye. Girav bi avhewa û mercên xwe yên fîzîkî re mirina bi demê re li ser girtî ferz dike, girtîgehên bi ewlekariya bilind jî bi mercên xwe, bi tenê hiştin û bêdengiyê re mirina ruhî û manewî li ser girtî ferz dike. Lewma rastiya Îmraliyê hem mirina fîzîkî ya bi demê re ye, hem jî mriina ruhî û manewî ye ku weke mirina bêdeng tê pênasekirin. Yanî li Îmraliyê ji her alî ve mercên jiyanê ji holê hatiye rakirin. Her tiştên li giravê hene, ji bo lezandina mirinê hatine amadekirin. Sîstem bi her awayî dixwaze rê li ber mirinê veke û di nava vê hewldanê de ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinên xwe de da xuyairin ku Îmrali proto-Gûantanomo ye. Da zanîn, ku dema dixwazin pêkanînekê li Gûantanamo bixin meriyetê, di destpêkê de li vir diceribînin û gava encamê jê digire, li wan deran jî dixin meriyetê. Mînak li ti girtîgeha giravê yan jî bi ewlekariya bilind, lêpirsîn, darizandin û girtîgeh li heman cihî nehatiye kirin. Ji vî alî ve Îmrali naşibe ti cihî. Dibe ku detayeke hiqûqî ye; lê belê dadgeriya Amerîa darizandinê li Gûantanamo nake, vê yekê li derveyî erka xwe dibîne. Lewma divê girtîgeha Îmraliyê ne weke girtîgehekê, weke sîstemekê bê nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina, 'heta ku min sîstema ez anî vê derê fêm nekira, nepêkan bû ku min tenêmayîn fêm bikira" ev rastî vedigot.