Parlamenterê HDP'ê yê Mêrînê Dr. Ridvan Turan ji bo lêpirsîna binpêkirina mafan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Tarsûsê were kirin rojev anî meclîsa Tirk. Tûran pirsnameya têkilî mijarê da ber Seroktiya Meclîsa Tirk û xwest ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê werin lêkolan, daneyên ku werin bidestxistin bi raya giştî re werin parvekirin û dema ku hêmana sûc were tespîtkirin ji bo ku vê bikin rapor, xwest ku li Meclîs lêkolînê bide destpêkirin.
Tûran got, ''Divê li girtiyan ku mafê wan hatiye binpêkirin were guhdarîkirin û peywirdarên girtîgehê ku peywira xwe bi neqencî bi kar anîne werin tespîtkirin. Girtîgeha Tarsûsê weke gelek girtîgehên din ên li Tirkiyê bi gavên antî-demokratîk gelek caran têne rojevê. Li Girtîgeha Tarûsê êşkenceya req, ya psîkolojîk bi rengekî sîstematîk tê kirin.''