Girtîgeha Misilmiyê bûye goristana girtiyan
Girtîgeha Misilmiyê bûye goristana girtiyan
Girtîgeha Misilmiyê bûye goristana girtiyan
Hewşa girtîgeha Misilmiyê ya Helebê ku ev demeke ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve hatiye dorpêçkirin bûye goristan. Girtiyên bi navê Ednan Hesen û Mihemed Bozî di encama îtîfaqekê de ji girtîgehê hatin berdan û gotin rojane 5 heta 10 girtî jiyana xwe jidest didin.
Girtîgeha Misilmiyê ya Helebê ku ev demeke dirêje ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve hatiye dorpêçkirin, bi hezaran girtî bûne qurbanê zexta rayedarên girtîgehê û dorpêça Artêşa Azad. Di demên dawî de piştî îtîfaqa di navbera çekdarên muxalefetê û rayedarên rêjîmê de girtiyên bi navê Ednan Hesen û Mihemed Bozî serbest hatin berdan. Çekdarên muxalefetê beramberî berdana du girtiyan rê dan ku Heyva Sor xwarinê bigihîne girtîgehê.
Girtiyên ku ji girtîgeha mirinê derketine diyar kirin ku her demê carekî rayedarên girtîgehê îtîfaqan bi çekdarên muxalifetê re çêdike û ji bo ku Heyva Sor xwarinê derbasî girtîgehê bike hin girtî tên berdan. Girtiyan da zanîn ku berî niha hêzên rêjîmê bi balafiran xwarin di anîn girtîgehê, lê di demên dawî de ji ber ku çekên li dijî balafiran ketin destê çekdarên muxalifetê balafir jî nema dikarin erzaq derbasî girtîgehê bikin.
‘ROJÊ 150 GR ARD DIDAN HER GIRTIYEKÎ’
Ednan û Mihemed destnîşan kirin ku ji ber dorpêçkirina girtîgehê rewşa girtiyan pir xirabe, ji ber ku gaz û sotemenî tune bû rayedarên girtîgehê rojê 150 gr ard didan her girtiyekî, girtiyan ew ard dikirin nan. Ednan û Mihemed da zanîn ku ji ber girtiyan cil, betanî û pêlav dişewitandin û nan pê çêdikirin gelek girtî nexweş ketin.
‘ROJÊ JI 5 HETA 10 GIRTIYAN TÊN KUŞTIN’
Endan û Mihemed gotin ku ji ber nexweşiyên Sil û ya singê rojane girtî dimirin. Ednan û Mihemed destnîşan kirin ku li aliyê din jî di encama topbarana hêzên rêjîma Baas û muxalifetê de gelek girtî hatin kuştin. Gelek caran girtî dema xwarin ji rayedarên girtîgehê dixwestin rastî îşkencê dihatin û gelek caran ji ber îşkenceya dijwar girtiyan jiyana xwe jidest didan. Rojane di girtîgehê de derdora 5 heta 10 girtiyan jiyana xwe ji dest didan. Ednan û Mihemed destnîşan kirin ku girtiyên di girtîgehê de jiyana xwe jidest didan an jî dihatin kuştin di hewşa girtîgehê de tên veşartin.
Ednan û Mihemed diyar kirin ku piştî Heyva Sor serdana girtîgehê kir, rayedarên girtîgehê birinc li girtiyan belav kirin. Heyva Sor ji bo her girtiyekî rojane 3 nan diyarkirin, lê rayedarên girtîgehê tenê rojane nanek didan girtiyan.
‘DI ÎSYANÊ DE 23 GIRTÎ HATIN KUŞTIN’
Di encama zulm û zordariya li ser girtiyan, girtiyên di qata 3’an beşa 2`emîn îsyan kirin. Rayedarên rêjîmê mudaxelekirin û girtî bi zora çekan belavkirin. Di encama mudaxeleyê de 23 girtî bi çekên rêjîmê hatin kuştin. Her wiha gelek girtî piştî îsyanê bi îşkencê hatin qetilkirin.
Ednan û Mihemed destnîşan kirin ku rayedarên girtîgehê piştî îsyanê girtî bi kuştinê tehdîd kirin ku behsa kuştina girtiyan nekin.