Girtî Turan ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

Girtî Tacettîn Turan ê piştî 30 salên dîlgirtinê hate berdan, ji aliyê xizmên xwe ve girseyî hat pêşwazîkirin.

Tacettîn Turan di sala 1994'an de li navçeya Bismil a Amedê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Turan di Dadgeha Ewlehiyê ya Tirk (DGM) hate darizandina û bi îdiaya "xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê" cezayê muebetê lê hate birîn. Turan piştî 30 salên girtî hate berdan. 

Turan piştî ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzoyê hate berdan, hate mala xwe ya li taxa Dîcle ya navçeya Bismilê. Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re, (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes Turan pêşwazî kirin. Kesên Turan pêşwazî kirine meşale pê xistin, fîşekên hewayî teqandin.