Girtî nayên tedawîkirin

Rewşa girtiyê bi navê Abdulkadîr Bozkurt, ku Girtîgeha Tîpa F ya Nimro 2 a Tekîrdagê li dijî tecrîdê 90 rojî di greva birçîbûnê de mabû û tedawiya nayê kirin, xirab dibe.

Diyar bû girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F ya Nimro 2 a Tekîrdagê ji 26'ê Gulanê ve ku dawî li greva birçîbûnê anî bûn û vir ve nehatine tedawîkirin, ku grev ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe hatibû kirin.

Dîlan Bozkurt ku çûyî serdana birayê xwe yê girtî Abdulkadir Bozkurt, got rewşa birayê wê ku ev 3 meh in nayê tedawîkirin xirab dibe. Bozkurt got, rewşa birayê wê ji 1'ê Adarê ve, di roja 70'yî ya grevê de xirab bûye û domand "Xwîn davêt. Di roja 90'î de jî hişê wî çû. Dema ku rêveberiya girtîgehê ew rakiribû nexweşxanê 5 saetan hişê wî ne li serê wî bû. Dema ku hişê wî hatî serê wî, ji bo ku tedawî qebû nekir dîsa anîn girtîgehê."

NEBIRIN NEXWEŞXANÊ

Bozkurt bi berdewamî got, piştî greva birçîbûnê birayê wê nebirine nexweşxane, tedawiya wî nehatiye kirin û domand, "Dema ku cara dawî min birayê xwe dît çavê wî sor bûbûn û dema ku diaxivî bi zor û zehmetî hilm distand. Pir li xwe şikandibû, rewşa wî xirab bû. Got, xwarina ku didin wan naxwin, wî ranakin nexweşxanê. Her wiha got, nahêlin ku derkevin qada hevpar û ti mafê xwe nikarin bi kar bînin."

YEKÎ JI WAN JÎ TEDAWÎ QEBÛL NEKIR

Bozkurt got, ne tenê birayê wê, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F ya Nimro 2'yê ti kesê ku grev bi dawî kir nehatiye tedawîkirin û xwest, ku zû dawî li vê êşkence were, birayê wê û hemû girtî werin tedawîkirin. Bozkurt got, "Niha rewşa hinavê wan çawa ye em nizanin. Wexta ku ji hiş çûbûn û rakirin nexweşxane, dema greva birçîbûnê doktoran gotine divê mieyene bibe. Wê demê mieyene qebûl nekir, lê niha jî rêveberiya girtîgehê nahêle ku mieyene bibe.''