Girtî li dijî tecrîdê 40 roj in li ber xwe didin

Girtiyên siyasî yên di girtîgehan de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê 40 roj in didome.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger hatibû destpêkirin. Girtî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne û diyar dikin ku heta tecrîd rabe wê çalakiya xwe bidomînin.

Ji dema ku çalakî dest pê kir û heta niha 8 kom tevlî greva birçîbûnê bûn û zextên li girtîgehan jî zêde bûne.

Rêveberiyên girtîgehê ji serdegirtina qawîşan heta cezayên dîsîplînê û qedexeyên ragihandinê hewl didin çalakiyê bişkînin lê girtî li ser biryara xwe ne ku çalakiyê bidomînin.

ÇALAKÎ BELAV DIBE

Li Kampa Mexmûrê jî ji 18’ê Kanûnê û vir ve berxwedan didome. Li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê 19 roj in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê didome.

Li Kampa Lavrîo a Yewnanistanê jî çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Bi tevlêbûna TCŞ, TJKE û Navenda Çanda Kurdistanê komên ji 8 kesan pêk tên pêşengiyê ji çalakiyê re dikin.

Girtiyên MLKP’ê jî ji bo piştgiriya girtiyên PKK û PAJK’ê jî piştî 7’ê Çileyê wê 5 rojan têkevin greva birçîbûnê. Girtiyên MLKP’ê diyar kirin ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.