Girtî: Heta ku çalakiya me encam digire, wê dom bike

Sertaç Kiliçarslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne, diyar kir ku heta daxwazên wan neyên qebûl kirin, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dom bikin û xwest gel xwedî li daxwazên wan derbikevin.

Girtiyê siyasî Sertaç Kiliçarslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê de ye, di hevdîtina bi telefonê ya heftane de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn vegotin. Kiliçarslan, diyar kir ku çalakiya wan a greva birçîbûnê dom dike û ev agahî dan: "Heta ku daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikin."

XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Kiliçarslan, dest nîşan kir ku ew ê tu carî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekin û wiha got: "Êdî dema azadiyê ye. Di salên 2012 û 2019'an de jî, em bi heman daxwazan ketin greva birçîbûnê. Em êdî dibêjin, bila ne tenê tecrîda li ser Ocalan rabe, di heman demê de bila azad bibe. Ger rêberê gelekî ne azad be, ew gel jî bila qala azadiyê neke. Em vê qebûl nakin. Ger ev dewlet rêberê me berde, wê aştî, azadî û demokrasî çêbibe. Em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Em ji bo hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, ketine vê greva birçîbûnê. Divê hemû gel jî xwedî li vê çalakiya greva birçîbûnê derkevin. Çi bikeve ser milê me emê bikin. Keyf û coşa me pir bilind e."

PANDEMÎ KIRINE HINCET

Kiliçarslan, bal kişand ser binpêkirin li girtîgehê tên jiyîn jî û wiha bi dawî kir: "Gelek mafên me ji destên me hatine stendin. Hemû qadên me yên civakî girtine û qedexe kirine. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Hinceta nedana rojnameyê weke pandemiyê nîşan didin. Belê rast e pandemî heye, lê çima tenê rojnameya Yenî Yaşamê nadin me? Dest danîn ser radyoyên me. Her tim tên odeyên me û lêgerînê dikin. Qaşo pandemî hebû. Wê demê çima tên odeyên me di nava lêgerînê de derbas dikin. Mafê wan heye her tiştî bikin, lê mafê me tuneye em tiştekê bikin û bixwazin."