Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû

Kurê Hatîce Yildiz a 75 salî ku her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xerab dibe, Alper Yildiz anî ziman ku dayika wî di girtîgehê de her tim ji ser hişê xwe diçe.

Girtiya nexweş hatîce yildiz

Rewşa tenduristiyê ya Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber ji keça xwe û hevala wê ya di girtîgehê de pere şandiye hate girtin, her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Kurê wê Alper Yildiz ê di 13’ê Nîsanê de çû hevdîtina dayika xwe ya di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin, anî ziman ku dema dayika wê derketiye cihê hewadariyê ji ser hişê xwe çûye.

Yildiz ê bi dayika xwe re hevdîtin kir, têkildarî hevdîtina vekirî ya bi dayika xwe re ev agahî parve kirin: “Ez duh çûm dayika xwe ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin bibînim. Roja înê dema dayika min derketiye cihê hewadariyê ji ser hişê xwe çûye. Beriya niha jî ev rewş hatibû jiyîn. Ji bilî vê yekê ser û pişta dayika min jî diêşin û berçavên wê şîn bûne û divê emeliyat bibe. Ya herî girîng jî tansiyona bilind bi dayika min re heye û ji ber vê yekê her tim ji ser hişê xwe diçe. Tansiyona dayika min her tim bilind dibe û dema ji ser hişê xwe diçe heke demildest nebin revîrê dibe ku rê li ber rewşeke girantir vebe. Ji ber temenê dayika min û tansiyona bilind a pê re heye mayîna wê ya di girtîgehê de rîskeke cidî ye. Ji ber vê yekê dixwazim dayika min were berdan.”