Girtî biryardar in, grêva birçîbûnê didome

Grêva birçîbûnê ya dijî tecrîdê ku girtiyên siyasî dane destpêkirin di roja 37'an de didome.

Grêva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27'ê Mijdarê dest pê kirî di roja 37'an de didome.

Parêzvanên mafan ên Çandeya Çavdêr a Grêva Birçîbûnê gotin, ''Heke em naxwazin ji girtîgehan nûçeyên mirinê bibihîsin, divê helwesta civakî were geşkirin.''

Her wiha li Mexmûrê jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan grêva birçîbûnê didome. Çalakiya grêva birçîbûnê ya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kete roja 16'an.