Girtî Ahmet Yardim ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de ne peyam şand

Ahmet Yardim ê ku li Girtîgeha Afyonkarahîsar girtî ye, ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de cih digirin peyam şand û diyar kir ku berxwedana dayikan hêvî daye wan.

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 71’emîn de dom kir.

Di çalakiyê de pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û û jiyana azad ava bikin” hate daliqandin. Dayikên di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û DBP’ê yên bajar hatin serdana çalakiyê.

Sûltan Azboy di çalakiyê de axivî û wiha got: “Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê zarokên me jî di tecrîdê de bin. Banga min ji bo her kesî ye; bi destê hev bigirin û rabin ser pêyan. Ev sê sal in ji birêz Ocalan agahî nayên girtin. Zarokên me jî heta tecrîda girankirî bi dawî dibe û agahiyekî ji birêz Ocalan digirin dê neyên hevdîtina me.”

Sadiye Yardim ku dayika Ahmet Yardim ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê ragirtin jî berxwedana dayikan pîroz kir. Yardim, wiha domand: “Kurê min sirgunê Afyonê hate kirin. Malbateke ku zarokê wan li heman girtîgehê agahî da me. Dema min bihîstî hevdîtina wan a dawî ye, ez beriya cejnê çûm serdana kurê xwe. Ez û malbateke din heta saet çarê li derve dan sekinandin. Dema em girtin hundir jî lêgerîna tazî ferz kirin.”

Di berdewamê de Yardim ev tişt anî ziman: “Kurê min got; ‘Em ê êdî dernekevin hevdîtinê. Hûn jî li derve li ber xwe bidin, berxwedana we hêviyê dide me. Ez silavên xwe ji dayikên li ber xwe didin re dişînim û destê wan maç dikim’.”

Nobeta Edaletê bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.