Girseya gel a li ber Konsolosxaneya DYA bû hedefa polîsan

Li paytexta Fransa Parîsê, girseya gel a ku li ber Konsolosxaneya DYA êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar dikir, bû hedefa polîsan. 100 kes hatin binçavkirin. Di êrîşa polîsan de 7 kes birîndar bûn.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina gelê Kurd, li çar aliyên Ewropayê bi çalakiyên girseyî têne şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî destpêkê li ber avahiya Parlamenta Fransayê li hev civiyan. Polîsan êrîşî girseya gel a li ber parlamentê kirin û gelek kes binçav kirin.

Kurdistanî û dostên wan piştre li ber Konsolosxaneya DYA çalakî li dar xist. Ev çalakî jî bû hedefa êrîşa polîsên Fransayê û 100 kes hatin binçavkirin.

Ji ber êrîşa polîsan 7 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.