Giliyê Soylu hate kirin
Li Amedê bi sedema ku çar rêxistinên civaka sivîl kiriye hedef, ji ber ‘sorkirina li dijminatiyê û kînê’ û ‘bi rengekî ne baş bikaranîna peywira xwe’ giliyê Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu hate kirin.
Li Amedê bi sedema ku çar rêxistinên civaka sivîl kiriye hedef, ji ber ‘sorkirina li dijminatiyê û kînê’ û ‘bi rengekî ne baş bikaranîna peywira xwe’ giliyê Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu hate kirin.
Soylu 18’ê Hezîranê di TRT Haberê de, qenala alîgirê AKP’ê, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyan kiribû hedef.
Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê, Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Nûnertiya Amedê ya Komeleya Insîyatîva Gel û Odeya Tabîban a Amedê ji ber sûcê ‘’Sorkirina gel a li dijminatiyê, bi rengekî ne baş bikaranîna peywirê, sûc lêanînê, buxtanê, neragihandina sûc, hewldana mudaxeleya li daraza dadmend’’ li Serdozgeriya Komarê giliyê Soylu kirin.
Soylu piştî êrîşa çekdarên AKP’ê ya li Pirsûsê di bernameyeke televizyonê de gotibû, ‘’Duh dîsa dek û dolabek gerandin..Li wir 20 Saziyên Rêxistina Sivîl, xwedêgiravî hemû alîgirê PKK’ê ne, me beşek ji wan girt lê Baro, Yekîtiya Tabîban û xwed giravî Komeya Mafê Mirovan ên wekî van, hin jê di jêr kontrola PKK’ê de ne, wê biçin, xwedêgiravî wê sersaxiyê bidin… Ev rêxistinên civaka sivîl hemû neqenciyê dikin. PKK van hemû saziyên rêxistina sivîl dixe piyaseyê…Vê bi zelalî bibêjim, hingî nirxandinên wiha bi alçaxî dikin, Sanayî û Bazirganiya Amedê jî di nav de, Baroya Amedê baroyeke têkildarî PKK’ê ye. Ez pir vekirî û zelal dibêjim. Baroyeke têkildarî PKK’ê ye. Di hemû çalakiyên me de, di bûyerên me de, di hemû bûyerên me yên têkildarî hiqûqê de dema ku PKK nikare deng derxîne Baroya Amedê deng derdixîne.’’
Di giliyê hevpar de hate gotin, ‘’Bersûcê navborî di axaftina xwe de rêxistinên civaka sivîl nîşan dane, ev rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna xwe de, ya parastina demokrasi, heq û azadiyan de, di pêvajoyên hevşibe de, gelek endam û rêveberên wê hatin kuştin. Ji bo vê jî, ji bo ku heman pêvajo dubare nebin, pêdivî pê çêbûye ku lêpirsîneke bikêrhatî were kirin.’’