Giliyê Metîner ê AKP'yî hat kirin
Giliyê Metîner ê AKP'yî hat kirin
Giliyê Metîner ê AKP'yî hat kirin
Li Semsûrê saziyên Elewiyan, rêxistinên civakî yên demokratîk û komek ji şêniyên bajêr, giliyê Parlamenterê AKP'ê yê Semsûrê Mehmet Metîner kirin.
Nerazîbûna li tawanbariya "Malên Cem hêlîna terorîstane" ku ji aliyê Parlamenterê AKP'ê Mehmet Metîner ve di bernameya televîzyonekê de hat kirin, dewam dike.
Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaşî Velî û Komeleyên Çanda Elewiyan ên Semsûrê, gelek kesên ji rêxistina BDP'ê ya Semsûrê, Egîtîm-Sen, ÎHD û parêzeran hatin cem hev û li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê giliyê Metîner kirin.
Beriya gilîkirinê Serokê Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaşî Velî ya Semsûrê Nûsret Tûnç li ber avahiya Edliya Semsûrê daxuyaniyek da û got, "Gotina "Malên Cem hêlîna terorê ne" ku ji aliyê Parlamenterê Semsûrê Metîner, ne tenê em Elewî hemû mirovên hesas êşandiye. Ji ber van gotinan em Metîner şermezar dikin."