Gîap wê îro were definkirin
Gîap wê îro were definkirin
Gîap wê îro were definkirin
General Vo Nguyen Gîap yê ku bi nasnavê “Napolyonê Sor” ku Vîetnam ji talankirina Fransa û dagirkeriya DYE’ê rizgar kir, wê îro were veşartin.
Hefteya bihurî li pêş mozeleya Gîap ku di 102 saliyê de jiyana xwe ji dest da, di merasîmên rêzgirtinê yên 4 rojan dewam kirin bi deh hezaran Vietnamiyan ji lehengekî xwe yê neteweyî xwatir xwestin. Cenazeyê Gîap îro bi merasîmekî ku bi sed hezaran Vîetnamî beşdar bibin wê bê defin kirin.
Geneal Gîrap bi taybetî bi serketina xwe ya sala 1954'an a li dijî Fransayê, bi fermandariya hêzên Vietnamê tê bi bîranîn. Şêwirmendên Gîap ên Çînî jê re pêşniyar kiribûn ku ji nişka ve êrîşî hêzên taybet ên Fransayê bike, lê belê Gîap di kêliya dawî de plana xwe guhertibû û ji hêzên xwe yên di daristanan de fermana dorpêçkirina artêşa Fransa dabû.