Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Bi wesîleya 52’emîn salvegera darvekirina pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

RIHA

Hewldana 78’an a Rihayê li ber Navenda Kar ya Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya Rihayê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê Hewldana 78’an a Rihayê Vahît Akgun di daxuyaniyê de axivî û got: “Mîrateya ku ew li pey xwe hiştin ji bo gelan şoreşgertî bû, şoreşgerkirina ciwanan û ciwankirina şoreşgeran bû.”

STENBOL

Rêxistinên Ciwanan di 52’emîn salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de ji pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk (AKM) a Beyoglûyê heta Dolmabahçeyê meşiyan. Di meşê de pankarta “Em li dijî emperyalîzm û faşîzmê li ser rêya Denîzan in” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Ciwan wê hesab ji kujeran bipirsin”, “Şehîdên şoreşê nemir in”, “Bijî têkoşîna me ya şoreşgerî” û “Ciwan li kolanan li ser rêya Denîzan in” hatin berzkirin.

Li ser navê Rêxistinên Ciwanan Diyar Soya daxuyaniya çapemeniyê xwend. Soya got ku Denîz û hevreyên wî li dijî dagirkerî û hevkariyê têkoşîna enternasyonalîst meşandine.

ÎZMÎR

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî şoreş û sosyalîzm” û “Bijî xwişk û biratiya gelan” hatin berzkirin.

Berdevkê KESK’ê Nîhat Fîlîz daxuyanî da û bi bîr xist ku Sînan Cemgîl û hevalên wî ku li dijî emperyalîzm û faşîzmê têkoşiyan li dijî Nurhaqê, Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildereyê, Îbrahîm Kaypakkaya bi êşkenceyê, Denîz Gezmîş û hevalên wî li Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê hatine qetilkirin û anî ziman ku bi tunekirina fîzîkî ya rêberên ciwanên şoreşger ên demê xwestine nirxên têkoşînê ji holê rabikin.

Piştî daxuyaniyê heta Qada Gundogdu meş hat kirin û qurnefîl avêtin behrê.

EDENE

Hêzên Ked û Demokrasiyê ku li ser banga  Ciwanên Kedê li Parka Ataturkê li hev civiyan, dirûşmeyên “Kujer DYE, hevkar AKP”, “Kujer DYE ji Suriye, Iraq û Filistînê bicehime” berz kirin.

Li ser navê Ciwanên Kedê Gunay Akin daxuyanî da û wiha got: “Wateya bîranîn û xwedîderketina li Denîz, Yûsûf û Huseyîn diyar e. Em ji polîtîkayên êrîş û zextê yên bi desthilatdariya yek zilamî re zêde bûne û ji operastonên derveyî sînor re bêjin bise! Ji bo cihanek nû ku zext û kedxwarî bi hemû awayên xwe tên tunekirin, bi rêxistin bibin û têbikoşin.”

ANTALYA

Hêzên Ked û Demokrasiyê li pêşiya Peykera Attalos daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ku pankarta “Em li ser rêya Denîzan in, li ba Filistîniyan in” hat vekirin, Serokê EMEP’ê ya Antalyayê Feyyaz Balci axivî.