Gewrîtiya kampan bi cîhana zarokan rengîn dibe
Gewrîtiya kampan bi cîhana zarokan rengîn dibe
Gewrîtiya kampan bi cîhana zarokan rengîn dibe
Zarokên Kobaniyî, têkoşîna jiyanê ya cîhana xwe ya hundirîn, bi grafîtiyên li ser konan xêz dikin, vedibêjin.
Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji Kobanê bên Pirsûsê, li wargehên ji konan li ber xwe didin. Atmosfera sar a ji ber konên gewr, ji aliyê zarokan ve tên rengînkirin. Zarokên Kobanê yên bi kenê xwe neyîniyan ji holê radikin û reng didin, li derveyî konan grafîan xêz dikin û hewl didin hestên xwe yên di cîhana xwe ya hundirî de vebêjin. Çavên digirîn, rûyên li keng, penpenîk, dilên şikestî, navê cangoriyên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û nivîsên "Kobanê ji bîr nekin"...