Geştyarên Kurd ên hatin lînçkirin, piştre jî hatin destgîrkirin

Komeke welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ji bo geştê çûbûn Trabzonê, dema ku wêne kişandin ji aliyê nîjatperestan ve hate lînçkirin.  9 kesên hatin lînçkirin hatin girtin.

Bi dehan kesên ji Herêma Federal a Kurdistanê çûn Ûzûngol a girêdayî navçeya Çaykara ya Trabzonê, hatin lînçkirin.

Di nava koma ji 50 kesî pêk tê di nav de jin û zorok jî hebûn. Dema ku hinekan wêne dikişandin, bi hinceta ku atqiya li ser ‘Kurdistan’ hatibû nivîsîn, êrîşî wan hate kirin.

Hewldana lînçkirinê ji aliyê welatiyên derdor ve hate tomarkirin. Di dîmenan de dixuyê ku heqaret tê kirin. Piştî hewldana lînçkirinê bi demekê û şûnde tîmên jendermeyan kesên êrîş li ser hatin kirin ji herêmê dûr xistin.

Walîtiya Trabzonê ya têkildarî bûyerê daxuyaniyek da, ragihand ku 9 kesên êrîşî wan hatin kirin hatine destgîrkirin.