MLKP Kurdistan daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya li navçeya Pulur a Dersimê de endamên Yekîneya Gerîlayên Bejahî ya Dersimê MLKP/FESK şehîd bûne.
MLKP Kurdistan di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir; “Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst mêtînger ya 10’ê Tîrmeha 2019’an a li navçeya Pulur a Dersimê fermandarê Yekîneya Gerîlayên Bejahî ya Dersimê MLKP/FESK Taylan Kûtlar (Adil Yildirim) û Hidir Çalli (Ozkan Aslan) li gel 3 hevrêyên me yên PKK’yî şehîd bûn. Em têkoşîn û berxwedana bi lehengî ya hevrêyên me Taylan Kûtlar û Hidir Çalli silav dikin. Em dubare dibêjin em ê ji dewlet aTirk a mêtînger faşîst hesab bipirsin. Ewan ji bo azadiya gelên bindest ketin rê û di vê rê de şer kirin û şehîd bûn. Ewan mîrasekî bi destanî ji bo gelan hiştin.
Hevrêyên me Hidir Çalli û Taylan Kûtlar dîrokekî şervanî, mîlîtan û birûmet dewrî gelên bindest, şorşeger û komunîstan kir.
Em sersaxiyê ji malbatên hevreyên xwe Taylan Kûtlar û Hidir Çallî re dixwazin. Gelê Rojava Adil û Ozkanê xwe li Dersimê şehîd dan. Bila serê gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê sax be.
Em carek din soza xwe ya ji bo malbat, dost û hemû heskiriyan nû dikin ku alaya azadî û rûmetê ya ku şehîdên me dewrî me kirine bilind bikin, heta fikrrên komunîzim û sosyalîzmê rast neyê dîtin em ê şer bikin.
Agahiyên nasnameyên şehîdên me wiha ne;
Navê Patiyê: Adil Yildirim
Nav û Paşnav: Taylan Kûtlar
Navê Dayikê: Sûltan
Navê Bav: Battal
Dîroka Jidayikbûnê: 14’ê Hezîrana 1980’an
Cihê Jidayikbûnê: Argûvan / Meletî
Dîroka Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2019’an
***
Navê Partiyê: Ozkan Aslan
Nav û Paşnav: Hidir Çalli
Navê Dayikê: Makbûle
Navê Bav: Alî
Diroka Jidayikbûnê: 14’ê Tebaxa 1983’an
Cihê Jidayikbûnê: Dersim
Dîroka Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2019’an”