Gerîlayê PKK’ê Alparslan li Dêrsimê hate bi bîranîn
Gerîlayê PKK’ê Alparslan li Dêrsimê hate bi bîranîn
Gerîlayê PKK’ê Alparslan li Dêrsimê hate bi bîranîn
Rêxistina BDP'ê ya Dersîmê, li Goristana Asrî ya Dersîmê gerîlayê PKK'ê yê bi navê Haydar Alparslan (Kemal Zap) yê ku di sala 1999'an de li mezreya Kepîra Mazgêrdê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest da li ser gora wî bibîr anî.
Rêxistina BDP'ê ya Dersîmê, li Goristana Asrî ya Dersîmê gerîlayê PKK'ê yê bi navê Haydar Alparslan (Kemal Zap) yê ku di 27'ê Mijdara sala 1999'an de li mezreya Kepîra Mazgêrdê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest da li ser gora wî bibîr anî. Malbata Alparslan û rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de panqarta "Em tevgera gel ya ku ji dîlîtiyê berbi azadiyê ve çûye" hat daliqandin. Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" hat qêrkîn de deqeyek rêzgirtin. Piştî wî Hevserokê BDP'ê yê Dersîmê Ergîn Dogru diyar kir ku kevneşopiya berxwedanê di encama berdêl û têkoşîna hat dayîn de ji gelê Dersîmê re mîrat ma û wiha got: "Nirxên ku Dersîmê dike Dersîm cevhera xwe ji kevneşopiya vê erdnîgarê digre. Ji Elî Şêr heta Haydar Alparslan berxwedana têkoşîna Dersîmê bi kedê hatî hunandin. Haydar Alparslan xwe ji bo azadiya gelê kurd fedakir û weke hemû zarokên kurd têkoşiyaye."