Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl li Navenda Civaka Kurd a Vîctorîa hat bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl li Navenda Civaka Kurd a Vîctorîa hat bîranîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl ê li Dersîmê tevî 8 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Vîctorîayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û malbatê pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir.
Li sern avê Komeleya Kurdistanê ya Vîctorîa Sûheyla Ahmed axivî û bibîr xist ku Abdîl 14 salan li çiyayên Kurdistanê ma. Ahmed da xuyakirin, ku ev têkoşîn wê heta azadiya gelê Kurd bidome.