Gerîlayê HPG’ê Bogakan li Çewlikê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Burak Bogakan (Harun Raman) ê di pevçûna piştî çalakiya fedaî ya li hemberî Navenda Poîlsan a Fatîhê ya Sultanbeyliyê de jiyana xwe ji dest da li Çewlîkê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Burak Bogakan (Harun Raman) ê di pevçûna piştî çalakiya fedaî ya li hemberî Navenda Poîlsan a Fatîhê ya Sultanbeyliyê de jiyana xwe ji dest da li Çewlîkê bi girseyî hat definkirin. Di merasîma cenaze de bavê Bogakan Mehmet Bogakan axivî û wiha got: "Yek derdikeve dibêje pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye. Tiştê ku di danîn dolabê de ji bo careke din bixin divê derbixin. Ji bo kesek careke din birçî bibe divê çend kesên din jiyana xwe ji dest bidin."

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Burak Bogakan (Harun Raman) ê 10'ê Tebaxê piştî pevçûna êrîşa bombeyî ya li hemberî Navenda Polîsan a Fatihê ya navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da li Çewlîkê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Cenazeyê Bogakan piştî karên otopsiyê ji Stenbolê bi balafirê anîn Amedê û serê sibê piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Yenîkoyê ber bi Çewlîkê ve derxistin rê. Cenazeyê Bogakan li Herêma Kurudere ya Çewlîkê bi girseyî hat pêşwazîkirin û ber bi navenda Çewlîkê ve bi rê ket. Konvoya cenaze di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polîsan bagajên wesayîtên tevlî konvoyê bûn lêgerîn kirin.

DI WESAYÎTA CENAZE DE LÊGERÎN

Di wesayîta cenaze de hê bêhtir lêgerîn kirin. Xizmên Bogakan ên di wesayîta cenaze de anîn xwarê û piştî lêgerîna wan nasnameyên wan jî kontrol kirin dest danîn ser wêneyên Bogakan ên di wesayîtê de. Piştî lêgerînê konvoya cenaze ber bi Goristana Çewlîkê ve rê ket. Cenazeyê Bogakan di ketina goristanê de ji aliyê welatiyan ve li ser milan bi dirûşmeya "şehîd namirin" birin ser gorê û hat definkirin.

Piştî karên definkirinê Parlementerê HDP'ê Hişyar Ozsoy axivî û diyar kir ku Serokomar Erdogan ji ber hilbijartin winda kir êrîşê bi welatiyan dide jiyîn. Ozsoy anî ziman ku ji bo hilbijartinekê welat vegêrandin deryaya xwînê û wiha got: "Di demên dawî de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Tenê ji bo hinek xwînxwar bi rihetî di qesrên xwe de rihet rûnin wisa dikin û ev yek nayê qebûlkirin."

Bavê Bogakan Mehmet Bogakan jî diyar kir ku ew naxwazin li vî welatî careke din mirin pêk bên û wiha got: "Yek derdikeve dibêje wan pêvajoya çareseriyê danîn dolabê de. Xwarina danîn dolabê ji bo careke din bê xwarin divê bê derxistin. Ji bo kesek birçî bibe dê çend kesên din bimirin. Êdî bes e."

Piştî merasîmê girse çûn sersaxiya malbatê ya li Mizgefta Bahçelîevlerê û sersaxî li malbatê dan.

Piştî merasîma cenaze ajokarê wesayîta cenaze Zekî Demîr ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.