Gêrîlayê HPG’ê Akdogan li Parîsê hate bîranîn

Gêrîlayê HPG’ê Akdogan li Parîsê hate bîranîn

Gêrîlayê HPG’ê Huseyîn Akdogan di 1’mîn salvegera koça dawî kirinê de li paytextê Fransa Parîsê hate bibîranîn.

Gêrîlayê HPG’ê Huseyîn Akdogan (Armanc Kerboran) ku sala borî di meha Mijdara de di bejahiya navçeya Lîcê ya Amedê pevçûna navbera leşkerên artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Parîs yê Fransayê merasimek ya bîranînê hate li darxistin. Merasima bîranînê ya li Komeleya Kurdan ya Villiers Le Belle hatî li darxistin gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Di merasima bîranînê de di kesayeta gêrîla Huseyîn Akdogan (Armanc Kerboran) de deqîqeyek rêzgirtinê bû tevayî gêrîlayan pêkhat, her wiha li ser nave malbata Aydogan û Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de balkişandin ser tekoşîna kesên di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha soza xwedî li îdealên kesên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane hate dayîn. Di merasimê de helbestên endamên malbata gêrîla Armanc nivîsandibûn hatin xwendin. Di dema xwendina helbestê de kêliyên hestiyar jiyan bûn. Û siloganên ‘Şehîd namirin” di salonê de hatin avêtin. Di merasima bîranînê de rêhevalên wî yên gel jiyan kirine jî biryardariya wî vegotin û gotin; “Tevlîbûna tekoşînê weke çemekî ye. Hinek tevlî dibin dibe set, hinek jî tevlî dibin dikevin derve, hinek jî weke herikîna wê dibin. Jiyan û tekoşîna Armanc weke herikîna wê bû.”

Malbata gêrîla Akdogan û Komîteya Malbatên Şehîdan destnîşan kir ku, Armanc tenê bibîranîn têr nake, ew dê ji niha û pêve ji bo hemû ‘Şehîdên Kerboranê’ merasima bîranînê li darxînin. Hate hêvî kirin ku, ev ji bo herêmên din bibe mînakek. Di merasimê de sînevîzyonek ji dîmenên Akdogan û gêrilayên qeytkiriyên şêniya Kerboranê hate pêşandan.

Merasima bîranînê bi soz dayîna kesên di tekoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de bidawî bû.