'Gerîla ruhê xwe bi hunerê nîşan dide'

Gerîla Medya Doz qala pirtûka xwe ya dawî 'Yollarin da kalbî var' (Dilê rê jî heye) kir û got, gerîla di nava her şert û mercî de hunera xwe ya afirîneriyê bi kar tînin û berheman hildiberînin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êvareke sar ziistanê de em bi Medya Doz re li ser jiyana gerîla û pirtûka wê ya nû 'Yollarin da kalbî var' (Dilê rê jî heye) axivîn.

Doz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jiyana gerîla ne tenê çekdarî û leşkerî ye û got, "Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya şaş li hemberî gerîla heye. Di nava gerîlatiyê de hem huner, hem jî wêje heye. Gerîla bi muzîk, şano, sînema û wêjeyê dijîn. Bi xwe diafirîne. Ez jî yek ji gerîlayan, di nava vê jiyanê de bi wêjeyê re têkildar im."

DI JIYANA GERÎLA DE HUNER TIMÎ HEYE

Medya Doz anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve dinivîsîne û wiha dewam kir: "Dema ku tevlî nava refên gerîla bûm, qet lê nefikirîbûm ku ez ê karê wêjeyê bidomînim, binivîsînim Bi armanceke wiha nehatibûm. Qet nehatibû bîra min ku ez ê nivîsandinê bidomînim. Min texmîn nedikir ku derfeteke wê çê bibe Bêguman ez qala bîst sal beriya niha dikim. Lê min ev dît; gerîla li her cihê lê ye her karî dike. Li nava yekîneyeke gerîla, hevalên ku distirên, dinivîsînin, wêneyan çêdikin, timî hene. Yên şanoyan, helbestan dinivîsînin timî hene. Li ku dibe bila bibe, di jiyaan gerîla de huner timî heye. Bi saya ruh, hest, hêrîn û hunerên gerîla, em tevlî jiyana hunerî dibin."

Doz da xuyakirin ku ew jî piştî tevlî nava refên gerîla bû, dît ku dikare nivîsa ku ji zarokatiyê ve dinivîsand bidomîne û ji vê gelekî kêfxweş bû.

GERÎLA HEBÛN E

Doz wiha dewam kir: "Der barê gerîla de nêzîkatiyeke me ya teng hebû. Ji me hebû tenê tevlî gerîla dibe, şer dike, li dijî dijmin şer dike û canê xwe feda dike. Min ev rastî dît; gerîla di têkoşîna xwe ya demdirêj de mirin nîne, lê 'hebûn' e. Tu namire, tu diafire. Jiyana gerîla hebûna mirovan diafirîne. Tu digihêje wê astê ku dikare tiştekî ku qet nebe, bike. Di nava gerîla de tu dibe xwedî zîhniyeteke nû. Tu hunera xwe bi pêş dixe, ya jî dibe xwedî hunerên nû. Di nava salên dûr û dirêj de gelek wext û cih guherîn. Ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve jî gelek pêşketin çêbûn. Min timî nivîsand. Tenê tiştek hebû ku neguherî, ew jî ev e; Gerîla ji bo nîşandana ruhê xwe, timî ji xwe re hunerekê dibîne. Min jî..."

Medya Doz bi bîr xist ku di nava gerîla de herkes wê weke nivîskara helbestan nas dike, lê ew nivîsa yekser dinivîsîne û got, "Lê baweriya min ji vê jî tê. Te xwe çawa nîşanî hevalan da be, tu hinekî Ew e. Heval te hêjayî çi dibîne, tu Ew e."

RÊWÎTIYA BER BI ŞENGAL Û ROJAVA VE

Medya Doz bal kişand ser rêwîtiya xwe ya li Şengal û Rojavayê Kurdistanê û got, "Şer berê tenê li çiyê bû, gerîla li çiyê bû. Lê êdî rewş ne bi vî rengî ye. Gel bi xwe êdî bûye gerîla. Di dema nû de ku Rojhilata Navîn ketiye navê, gerîla weke hêza parastina gel li derveyî çiyê jî tevdigere. Faşîzma DAIŞ'ê û Erdogan gihîşt rewşeke bi wî rengî ku xeteriyeke gelekî mezin derket pêşiya jiyaan gelê me. Gel bi komkujiyên gelekî mezintir rû bi rû ma. Li her derê û her parçeyî êrîşên giran hatin kirin. Gel bang li gerîla kir. Gerîla jî weke hêza parastinê ji bo parastina gel li her cihî kete nava liv û tevgerê. Vê yekê rewşeke nû afirand. Lehentiya gerîla li bajêr jî hat dîtin. Ez jî bîst sal in li çiyê me û gerîlatiyê dijîm, wê dişopînim. Bi vî rengî çûm Şengal û Rojava. Rastiyeke gel a bûye gerîla derket holê. Gerîla bi ku ve çû, ez jî çûm wê derê. Gerîla bi ku ve biçe, çîrokên nû, romanên nû, stranên nû diafirîne. Bîranîn û helbestan dide ser hev."

'MIN TIŞTÊN KU DI RÊWÎTIYA XWE DE DÎT, NIVÎSAND'

Li ser pirtûka xwe ya bi navê 'Yollarin da kalbî var' Medya Doz got, "Min tiştên ku di rêwîtiya xwe de dît nivîsand. Dema ku nû bi rê ketin û tevlî nava refên gerîla bûm... Tiştên ku min destpêkê dît, min nivîsand. Yên ku heta niha derketin pêşberî min, yên ku heta niha min di rêwîtiya xwe de dîtiye, min nivîsand."

Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve jî Doz got, "Berê şoreşê li ku be, yê min jî li wir e. Berê hevalan li ku be, yê min jî li wir e. Berê gerîla li ku be, yê min jî li wir e."