Gerîla Babayîgît ku fikar ji jiyana wî dihate kirin, bi parêzer re hevdîtin kir

Gerîlayê HPG'ê Yûnûs Babayîgît ku hate îdîakirin di şer de şehîd bûye, lê ti agahî jê nehate wergirtin, eşkere bû ku xistine girtîgehê. Li ser fikarên malbatê, parêzerek çû Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê û bi gerîla re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di 20’ê Mijdarê de li ser hesaba xwe ya X’ê îdia kir ku gerîlayên HPG’ê Yûnûs Babayîgît û H.G. li bejahiya navçeya Kemah a Erzînganê di şer de şehîd ketine. Malbata Babayîgît, piştî daxuyaniya Yerlîkaya çû Erziromê û serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da. Ji malbatê re hate gotin ku cenazeyê Babayîgît li ATK’ê nîne. Piştre jî malbata Babayîgît çû Erzînganê û bi dozger re hevdîtin kir. Dozgeriya Erzînganê ji malbatê re got ku Babayîgît li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin lê wê destûr neyê dayîn ku bi kesî re hevdîtinê bike.

Parêzerê malbatê li ser hewldanan li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê bi Babayîgît re hevdîtin kir. 

Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Babayîgît baş e.